Sertên besdarbûna Pêsbirka Helbestan a Arjen Arî hatin eskerekirin
PeyamaKurd – Serlêdanên ji bo 7emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî tê lidarxistin dest pê kir. Her sal ji bo bîranina helbestavanê Kurd Arjen Arî pêşbirka helbestan tê lidarxistin û kesên têne hilbijartin jî pirtûkên dosyeya wan têne çapkirin.
Mercên pêşbirkê, ji aliyê malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ve li Şaxa Hejmar 1 a Egitîm Senê ya Amedê bi daxuyaniyeke rojnamevanî hatin ragihandin.
Nûnerê Weşanên Sor Reşo Ronahî diyar kir ku pêşbirk bi armanca xwedî derketina li wêje û zimanê kurdî ku Arjen Arî kedeke mezin pê dayê tê lidarxistin.
Endamên juriya pêşbirkê; Berken Bereh, Necla Arî (Xwişka Arjen Arî), Bêrîvan Zînzal, Fewzî Bîlge û Yeqîn H ne. Serlêdanên pêşbirkê di navbera 26ê Mijdara 2019an û 1ê Adara 2020an de têne qebûlkirin.
Şertên pêşbirkê wiha ne:
* Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatiye nivîsandin bê dayîn.
* Weke xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla saziya ku vê pêşbirkê li dar dixe ve, ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin.
*Her kesê ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.
* Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û “xelata giramgiriyê/xelata rûmetê” bidinê.
* Berhemên ji hêla saziyek ve hatibe xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibe nikare tevlî pêşbirkê bibe.
* Berhemên ku tevli pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.
* Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike.
* Heke jurî ti dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelat nede.
* Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di qabareya(hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin.
* Dosye divê di formata A4 de, 5(pênc)nusxe û bi CDyek, USByek ku dosye tê de ye bê rêkirin ango bi awayê maîlê bête şandin.
* Dosyeyên ku bi kompûterê nehatî dîzaynkirin û CDyek, USByek pêve nekirî ango bi mailê nehatî şandin wê neyên nirxandin.
* Divê di dosyeyê de nav, nîşan an mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe.
* Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan û pêdiviyên bo têkiliyê di nav zerfeke devgirtî de rêbikin.
* Encama pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2020an de, yanê roja cejna zimanê kurdî bê aşkerekirin û xelat jî dê sala bê di Fûara Pirtûkan a Amedê de bête dayîn.
* Divê dosye bi kargo yan bi posteyê, bo vê adresê bêne rêkirin: Yenişehir Mah., Ali Emiri 7. Sokak, No:22/7, Kat:1, Yenişehir/Diyarbakır (li ser navê Buroya Amedê ya Rojnameya Evrenselê)
* Serlêdanên rû bi rû nayên qebûlkirin.
* Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyê wan nayêne vegerandin.
* Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.
* Kesên xwedî berheman divê di navbera 26ê Mijdara 2019an û 1ê Adara 2020an de dosyeyên xwe bişînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin