Serxwazên Îranê jî ji biryara Trump kêfxwes in

10 May 2018 00:23 0 dîtin
Serxwazên Îranê jî ji biryara Trump kêfxwes in

PeyamaKurd - Piştî ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ji peymana nukleerî vekişiya rojnameyên mihefezekar ên Îranê di manşetên xwe de bangî rêveberiya Tehranê kirin ku ji peymanê vekişe, rojnameyên reformîst jî gotina Hesen Rûhaniyê Serokkomar ku dibêje "em li ser peymanê ne" derxistin pêş.

Rojnameya Keyhanê ku wekî mihefezekar tê zanîn bertek nîşanî biryara Trump da û bangî Rûhanî kir ku xebatên nukleerî vegerîne asta beriya peymanê.

Elî Xamaneyê rêberê dînî yê Îranê par di daxuyaniya xwe de gotibû "Heke Amerîka peymanê biqelişîne em ê agir berdin peymanê" rojnameyê bal kişand ser vê daxuyaniyê û sernavê "Trump peymana nukleerî qelişand îcar dora agirberdanê ye" avêt.

Di xebera rojnameyê de hat destnîşankirin ku Amerîkayê tu sozeke xwe ya di peymanê de negirt, ligel vê dibê Îran bi lez û bez vegere xebatên xwe yên nukleerî.

- "Encam: Sifir"

Rojnameya Vetenê Îmrûz ku ji destpêkê ve li dijî peymana nukleerî derdikeve a mihefezekar jî di manşeta xwe de got "Encam: Sifir".

Rojnameyê di xebera xwe de got biryar pêşde eşkere bû, Trump bala xwe neda hişyariyên Ewropayê û peyman betal kir.

Rojnameya Arman a nêzî reformîstan jî di manşeta xwe da cî da gotina Federica Mogheriniya Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlekarî û Karên Derva ya Yekîtiya Ewropayê û "Em li ser peymana nukleerî ne" nivîsî.

Rojnameyê destnîşan kir ku welatên Ewropayê li encamên erênî yên peymanê mêze kirin û diyar kirin ku li ser peymanê ne. Rojnameyê bal kişand ser mihefezekarên li dijî peymanê derdikevin û got, "Kesên ji fikaran qezenc kirin bi Trump re pîrozbahî kirin".

Rojnameya Îttilaetê ya nêzî mihefezekarên rûnerm jî di sernava xwe de got, "Amerîka ji peymanê vekişiya, ev jî nîşan dide ku pêbaweriya dinyayê ya bi împaratoriya derewan bi dawî bû".

Rojnameyê destnîşan kir ku YE dixwaze peymana nukleerî bidomîne lêbelê kesê ku bi biryara Amerîkayê herî zêde kêfxweş bû jî Bînyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê ye.

Rojnameya Cumhurê Îslamî jî di manşeta xwe de got, "Serokkomar Rûhanî bertekeke bi tund nîşanî vekişîna ji peymana nukleerî ya Amerîkayê da: Peymana nukleerî ew ê bêyî Amerîkayê dewam bike. Kesên aciz bûne derketin".