Sêxê Êzidiyan rexneyên tund li Iraqê girtin: Hîn komkujiya Singalê jî nas nekirine!
PeyamaKurd - Baba Şêxê Êzidiyan Elî Îlyas, îro Çarşemê beşdarî panela Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) bû û rexneyên tund li hikûmeta Bexdayê girtin.
Baba Şêx got ku pirsa Şingalê û Êzidiyan kirine pirseke siyasî û daxwaz ji hikûmeta Iraqê, Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî kir, kêşeya Êzidiyan çareser bikin.
Baba Şêx li ser wek jenosîd nasandina komkujiya Êzidiyan a Şingalê rexneyên tund li hikûmeta Iraqê girtin û got, heta niha Herêma Kurdistanê û 11 welatan komkujiya Êzidiyan jenosîd nasandine, lê belê hikûmeta Iraqê nas nekiriye û wiha got: “Eger vê yekê neke, gelo dikare çi ji bo me bike, çawa kêşeyên me çareser bike û welatiyên me qerebû bike?”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin