Sibe Civîna Bilind ya Aborî ya Herêma Kurdistanê dicive
PeyamKurd - Tê çaverêkirin sibe Civîna Bilind ya Aborîya Herêma Kurdistanê bicive û biryar li ser paşkeftina mûçeya bê dayin.
Îro Civîna Bilind ya Neft û xazê ya Herêma Kurdistanê bi seroktîya Nêçîrvan Barzanî, serokê hikumeta Herêmê û serokê Civatê civîya û têde helsengandin bo dahatê Herêmê kir, wek berhevî bo civîna sibe ya Civîna Bilind ya Aborî ya Herêmê, ku dê her bi serokatîya Nêçîrvan Barzanî bê kirin.
Agahî her wisa amaje diden ku di civîna sibe da Rêbaz Hemlan, wezîrê Darayî û Aştî Hewramî, wezîrê Samanên Siroştî yên hikumeta Herêmê dê raportên xwe li dor dahat û rewşa aborî ya Herêmê zêdebarî rêjeya hinartina nefta Herêmê pêşkêş bikin.
Her di civîna sibe da dê danustandin li ser wê budceyê bê kirin, yaku bo Herêmê tê hinartin û dibe biryareka yek alîker li dor nehêlana paşekewtê mûçey jî bê dayin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin