Silêmanî | Gundekî Çemçemalê bi dronan hat bombe kirin

06 August 2023 12:38 0 dîtin
Silêmanî | Gundekî Çemçemalê bi dronan hat bombe kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin îro Yekşemê danê sibehê balafirên bîpîlot (drone) çend deverên navçeya Axceler a Çemçemal a Silêmaniyê bombebaran kir.

Çavkaniyan daye zanîn ku îro danê sibehê çend dronan gundê Çenartû yê li navçeya Axcalerê bombebaran kiriye ku li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene.

Rêveberê Navçeya Axcalerê Hêmin Bahcet ji medya Kurdistanê re ragihandiye: “Em hatin agahdarkirin ku îro danê sibehê agir bi Çiyayê Çenartuyê ketiye, em bi tîmên parastina sivîl û polîsên daristanê re ji bo kontrolkirina agir çûn cihê bûyerê, şewat hat kontrolkirin.”

Hêmin Bahçet gotiye: “Ez nizanim sedema şewatê ji ber çi bû, ji ber ku min dengê bombebaranê nebihîst, lê baregehên PKKê li deverên çiyayî yên navçeya me hene.”