Silo:"Rejîma Sûriyê û YPG di nava hevkariyê de ne."
PeyamaKurd- Talal Silo yê ku ji YPG ê reviya û hat Tirkiyê behsa hevkariya YPG ê û rejîma Sûriyê kir. Silo weha got: “Di navbera wan de esehî koordînasyonek heye. Rêvebirên PKKê yên ku li dinyayê digerin, bi wan re pasaportên Sûriyê hene.”
Talal Silo di dema ku bi YPGê re dixebitî, berdevkê YPGê bû û gelek caran ew li ser navê YPG ê beyanan dida. Silo di dewama axaftina xwe de weha got:
“Di dema ku ez di nava HDSê de bûm ofîseka bo pêwendiyên xelkê hebû. Ew ofîs têkiliyên di navbera PKK ê û rejîmê de pêk dianî.”
Talal Silo behsa sîlihên Amerîkayê ku daye YPGê jî dike û dibêje: “Ez yek ji wan kesan bûm ku min sîlihan ji Amerîkayiyan teslîm digirt. Me tenê kaxez îmze dikir. Me sîlihan digirt û teslîmê kesekî bi navê Sefkan dikir ku nîv-Tirk û nîv-Kurd bû. Ew sîlihan dixist depoyeka taybet. Amerîka vêya înkar dike. Me kaxez îmze nekiriye ku wê sîlihan bi paş de bidin Amerîkayiyan. Sîlih, di depoyên wan de ne an birine Qendîlê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin