Sine-Kamyaran | Du otomobîl li hev qelibîn: 4 mirî, 3 birîndar

15 November 2024 13:03 0 dîtin
Sine-Kamyaran | Du otomobîl li hev qelibîn: 4 mirî, 3 birîndar

PeyamaKurd – Li gorî Tora Medyayê ya Rûdawê radigihîne; li ser rêya navbera bajarên Sine û Kamyaranê ya Rojhilatê Kurdistanê qezayeke trafîkê pêk hatiye.

Rêveberê Polîsê Sineyê Îsa Gewherî derbarê qezayê de gotiye, “Piştî ku em hatin agahdarkirin, em yekser çûn cihê qezayê. Me dît ku di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.”

Gewherî diyar kiriye ku birîndar ji otomobîlan hatin derxistin û piştî alîkariya ewilî rakirin nexweşxaneyê.

Wî, her weha aniye zimên ku qeza di encama derbasbûna otomobîlekê ya berev aliyê din pêk hatiye ku ajokar ew bi leza zêde ajotiye.