Sine | Rejîma Îranê Kurdek ji ber lixwekirina sal û sapikê “xakî” û kefiya belek girt
PeyamaKurd – Îdareya Îtaleatê ya rejîma Îranê, duh li bajarê Sinê Kurdek ji ber ku di daweta kurê xwe de şal û şapikê ji rengê “xakî" lo xwe kiriye û kefiya belek a “Kurdî" li stûyê xwe pêçaye, girt.
Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihand ku duh (04.03.2025) îdareya Îtaleatê ya rejîma Îranê, li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê piştî ku bangî Mehmûd Nadirî (45) kiriye ew ji ber ku di daweta kurê xwe de şal û şapikê ji rengê “xakî” li xwe kiriye û kefiya belek a “Kurdî” li stûyê xwe pêçaye, girtiye.
Hengawê diyar kir ku Mehmûd Nadirî (45) yê ji gundê Dadane Kemanger ê navçeya Kelaterzanê ya bi ser bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê ve, duh (04.03.2025) şeveqê saet 08:00 piştî ku îdareya Îtaleatê ya rejîma Îranê bi telefonê jê xwest ku serdana wê bike, ji aliyê heman saziyê ve hat girtin.
Hat diyarkirin ku sedema girtina wî ew e ku wî tevî komek Kurdistaniyan li saloneke dawetê ya li bajarê Sinê, di daweta kurê xwe de şal û şapikê ji rengê “xakî” li xwe kiribû û kefiya belek a Kurdî dabû stûyê xwe ji bo armanca piştgiriya 58 Kurdên ji bajarê Pîranşar, Bokan û Mehabadê yên Rojhilatê Kurdistanê ku bi heman tohmetê rejîma Îranê di heqê wan de lêpirsîn dabû destpêkirin.
Hengaw tekez dike ku ew berî ku were girtin, îdareya Îtaleatê meha Sibatê jî çend carên din jî jê xwestibû ku serdana wê bike û dest danîbû ser telefona wî û piştî 5 rojan lê vegerandibû.
Her weha Hengaw bi bîr dixe ku çima ku beşdar di wan de şal û şapikên ji rengê “xakî” li xwe dikin û kefiya belek a “Kurdî” li stûyê xwe dipêçin, îdareya Îtaleatê ya rejîma Îranê li bajarê Sinê di meha Sibatê de 2 salonên dawetê mohr kiribûn; yek heta 3 hefteyan û ya din jî heta 2 hefteyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin