Sino | Welatiyê Kurd ê bi navê mamoste mela Enver Restigar ji aliyê Îranê ve hat girtin

24 September 2022 15:10 0 dîtin
Sino | Welatiyê Kurd ê bi navê mamoste mela Enver Restigar ji aliyê Îranê ve hat girtin

PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê welatiyê Kurd ê bi navê mamoste mela Enver Restigar ku ji gundê Şêxan a girêdayî bajarê Şinoyê ye desteser kirin.

Li gor zanyariyan, ev welatiyê olî yê Kurd di xutbeya roja Înê de li ser siyaseta hikûmeta Îranê û reftarên hêzên ewlehiyê ligel nerazîbûnên di derheqê qetla hikûmetê ya Jîna Emînî de axivî û piştî vê axaftinê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye desteserkirin.

Herwiha hat eşkerekirin: “Hêzên ewlehiyê bi bêyî hebûna belgeya dadgehê, mela Enver Restigar li ser rêya di navbera Şino Pîranşarê desteser kirine.”

Hat eşkerekirin: “Hêzên ewlehiyê di dema binçavkirina wî welatiyê olî yê Kurd de, bêrêzî li wî kirine.”

Di berdewamiyê de hat destnîşankirin ku ev welatiyê olî yê Kurd piştî desteserkirinê birin cihek nediyar û di derheqê qedera wî de tu zanyariyên serast tune ne.

Hêjayî gotinê ye, mamoste mela Enver helbestvan û nivîskarê xelkê Peswêya ser bi bajarê Pîranşarê ye.