Sîrketa Îngîlîz ya herî mezin ya çekan çêdike, sîrketa Amerîkayê bi 5,55 milyar dolarî kirî
PeyamaKurd – Şîrketa Îngîlîz ya bi navê BAE Systems, şîrketa Amerîkayê ya bi navê Ball Corporationê beşa hewageriyê bi 5,55 milyar dolarî kirî. Ev hemla şîrketa Îngîlîz ‘weka ku Awrûpa xwe ber bi Amerîka de fireh dike’ hat şirovekirin.
Li gor ragihandina Financial Timesê; kirîna para şîrketa Amerîka wê ji bo şîrketa bergiriyê ya Îngîltere salane, li dora 2 mîlyar dolar pere bîne. Hat gotin ku peymana kirînê wê di nav 6 mehên ewilî yên sala 2024an de temam bibe.
BAE, ji aliyê wezîfa xwe de, bi şîrketa Ballê re li heve ji ber Ball hilberîna sîstemên krîtîk yên hewayî û teknolojiya bergiriyê dike, bi daxwazên civaka îstîxbarata Amerîkayê û wezareta bergiriyê re li heve û ji ber wê potansiyela wê ya mezinbûnê ya xwurt heye.
CEOyê şîrketa Îngîlîz Charles Woodburn ragihand ku kirîna şîrketê, ji zordayîna sedemên stratejîk û fînansî bû. Kirîna şîrketê ji aliyê BAE de, kete wexta tam orta şerê Ûkrayna de ku gelek sîparîşan sitendiye û dizane ku kara wê dê mezin be.
Şîrketa Îngîlîz BAE balafirên jer yên Eurofighter Typhoon, keştiyên noqavê yên nukleerî û alavên şer hildiberîne û ji bo artêşa Îngîltere muhîmmatan çêdike. Li gor ragihandina BAEyê; bende ye ku bi perê germ bibe xwediyê miqdarê 2,2 milyar dolarî (1.8 milyar Sterlin).

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin