Sirnex | Li Çiyayê Gabarê kuleya sondaja petrolê qulibî: Ji 3 karkeran du kes hatin derxistin

21 July 2024 13:46 0 dîtin
Sirnex | Li Çiyayê Gabarê kuleya sondaja petrolê qulibî: Ji 3 karkeran du kes hatin derxistin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê li qada petrolê ya Çiyayê Gabarê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê kuleya sondajê ya petrolê qulibî û di encamê de kesek bi giranî 2 karker birîndar bûn.

Parêzgariya Şirnexê ragihand, dema kuleya sondajê qulibiye 3 karker di bin de mane û heta wê daxuyaniyê ji 3 karkeran 2 karker bi birîndarî ji bin kuleyê hatibûn derxistin.

Parêzgariya Şirnexê da xuyakirin, kakerekî birîndar bi helîkopterê birine nexweşxaneyê û karkerekî din jî tê veguhestin. Hate diyarkirin ku ji bo rizgarkirina karkerê mayî jî xebat têne kirin, lê nehat eşkerekirin bê wî karkerî can daye yan na.