Sîstanî: Amerîka û Îranê bêrêzî li Iraqê kir, divê ti roleke biyaniyan nebe
PeyamaKurd - Mercîyê bilind ê şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî îro di gotara roja înê de ragihand, Amerîkayê jî Îranê jî bi êrîş û kişandina nakokiyên xwe bo nav Iraqê, bêrêzî li serweriya Iraqê kirine û xwest, welat ji aliyê Iraqiyan bixwe ve were birêve birin û roleke biyaniyan nebe.
Îmamê Kerbelayê Ehmed Safî gotara înê ya merciyê bilind ê şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî ya derbarê rewşa dawî ya Iraqê de xwend.
Elî Sîstanî got, hewla aliyan bo serxistina çemkên xwe dibe sedemê kûrbûna nakokiyan û çaresernebûna wan û hemû alî jî dê ji wan hewldanan zerer bibînin.
Sîstanî êrîşa moşekî ya Îranê û bombebarana Amerîkayê wek nîşaneya bêrêziya li hember hikûmeta Iraqê bi nav kir û nakokiyên aliyên siyasî jî wek sedemê wê bêhêziya hikûmetê pênase kir.
Sîstanî diyar kir, gelê Iraqê di dema rejîma Beas û hikûmetên wê de jî daxwaza hilweşandina rejîma Beas kirin û gelek êş û nexweşî dîtin û daxwaz kir, alî asta xwe bilind bikin û bi berpirsyartiya niştimanî tevbigerin.
Elî Sîstanî xwest, Iraq ji aliyê Iraqiyan ve were birêvebirin û ti roleke biyaniyan di biryardayîna Iraqê de tunebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin