SOHR: Di topbarana hêzên rejîma Sûriyê de 8 kes hatin kustin
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên rêveberiya Şamê îro danê sibehê bi moşekan herêma Mesbeh a li derdorê El-Fûa ya gundewarê bakurê rojhilatê Idlibê topbaran kirin û di êrîşê de 5 welatî û di nav de zarokek hatin kuştin.
Herwiha SOHRê diyar kir ku di topbarana hêzên rejîmê ya li dijî herêma Ibilîn a Çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê de jî, 3 sivîl û di nav de zarokek û jinek hatine kuştin.
Bi van herdu êrîşan re li gorî agahiyên destpêkê hejmara kuştiyan gihîşt 8 kesan û rewşa hin birîndaran xeter e ku dibe hejmara miriyan zêdetir bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin