SOHR: Li Idlibê 13 leskerên rejîma Sûriyê hatin kustin û birîndarkirin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku li gundewarên Idlibê, 13 leşkerên hêzên bi ser rejîma Sûriyê ve di encama êrîşên komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve hatine kuştin û birîndarkirin.
SOHRê daye xuyakirin ku çekdaran bi moşekan êrîşî nuqteyên hêzên rejîmê yên li gundê Dadîx li rojhilatê Idlibê kirin û di wê êrîşê de, 3 leşkerên hêzên rejîmê hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.
Li gorî ragihandina SOHRê li gel firîna balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê herêmê, hêzên rejîmê deverên cuda li Cebel El- Zawiyê bi zêdetirî 225 moşekan kiriye armanc.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin