Sûdanî bi aliyên Kurdistanê re civiya: Pêwîstî bi destpêkirina bilez a hewlên avakirina hikûmetê heye
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, îro Çarşemê li Hewlêrê ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê civiya.
Sûdanî got, aramiya Herêma Kurdistanê hêzek e ji bo hemû pêkhateyên Iraqê û diyar kir, “Hebûna parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê, dibe alîkar ku aramiya siyasî bihêztir bibe.”
Serokwezîrê Iraqê pîrozbahî li beşdaran kir û ji bo bidestxistina baweriya welatiyên Herêmê hilbijartin weke qonaxeke girîng a proseya siyasî nirxşand û got, prensîpa demokrasî û pevguhertina aştiyane ya desthilatê ye ku pabendbûna xelkê Herêmê bi hilbijartinan tekez dike.
Sûdanî diyar kir, hikûmeta federal li gel hemû hêzên siyasî û Serokê Herêma Kurdistanê hewl daye ji bo temamkirina hilbijartinan û amadekirina hemû şert û mercan ji bo serkeftina proseyê.
Serokwezîrê Iraqê pêwîstiya lezkirina hevtêgihiştinê û destpêkirina pêkanîna hikûmetê û wergirtina erkên parlamentoya Herêma Kurdistanê anî ziman û got, ji ber ku pêwîstiya welatiyan bi wergirtina bernameyên hilbijartinan heye ku rastiya jiyan û xizmetguzariya wan nîşan dide.
Sûdanî got, hebûna parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bibe alîkar bo bihêzkirina aramiya siyasî di hikûmeta federal û Herêmê de, ji ber ku têgihîştin û aramiya Herêmê, hêzek e bo hemû pêkhateyên civaka Iraqê.
Herwiha Sûdanî diyar kir, pirsgirêkên di navbera her du aliyan de, pêwîstiya wan bi hewlên hevbeş ên li ser asta Herêmê, hikûmeta xwecihî û federalî heye û bibîr xist, gelek dosyeyên ku ji hikûmeta berê hatine veguhestin hatine çareserkirin, hîn qonaxek maye ji bo çareserkirina dosyeyên din.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin