Sûdanî: Divê mijara nefta Kurdistanê bê çareserkirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di derbarê henardekirina nefta Herêma Kurdistanê û mayîna hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê de peyamên grind dan.
Sûdanî di derbarê henardekirina nefta Kurdistanê de got: “Divê ya peymanên henardikirina nefta Herêma Kurdistanê yan jî Yasaya Budceyê bê guhertin.”
Dadgeha Bazirganiyê ya Navneteweyî (ICC) ku navenda wê li Parîsê ye, ji ber ku hikûmeta navendî ya Iraqê gilî lê kir, di 25ê Adara 2023yan de veguhastina nefta Herêma Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê rawestandibû û ji wê demê ve nefta Herêma Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê henardekirin.
“Bi payîna min wê îsal çareyek bê dîtin”
Mihemed Şiya Sûdanî di hevpeyvîna xwe ya li gel Bloombergê de diyar kir ku Iraq dixwaze mijara nefta Herêma Kurdistanê çareser bibe û domand: “Iraq bi awayekî erênî li mijara henardekirina neftê ya bi rêya Bendera Ceyhanê dinêre. Ji bo çareyek bê dîtin dîyaloga bi Herêma Kurdistanê û kompaniyên neftê re didome. Bi payîn dikim ku wê îsal çareyek ji vê mijarê re bê dîtin.
Yasaya budceyê dibêje ku lêçûna her varîleke neftê 8 dolar e, lê belê lêçûna ku kompaniyên li herêmê destnîşan kiriye ku ev lêçûn gihiştiye 26 dolaran. Ji ber vê yekê du vebijêrkên Iraqê hene. Yan wê peymanên ku bi kompaniyan re hatine kirin biguherîne, yan jî wê Yasaya Budceyê biguherîne, lê belê ev jî heye ku kompaniyên ku bi Herêma Kurdistanê re peyman îmze kirine qebûl nakin ku peymanên xwe biguherînin.”
Vekişîna Amerîkayê
Serokwezîrê Iraqê di derbarê vekişîna leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya ji Iraqê de jî axivî û diyar kir ku wê li Iraqê peywira Hevpemaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê di demeke nêzîk de biqede.
Sûdanî di vê mijarê de jî wiha axivî: “Bidawîanîna erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê parçeyek ji bernameya hikûmeta me ye. Em ê di demeke nêzîk de ragihînin ku erkê hevpeymaniyê yê li Iraqê bi dawî bûye. Sedemên hebûna hêzên hevpeymaniyê ji holê rabûne û pêwîst nake ku hêzên 86 welatan li Iraqê bin. Iraq ji pêvajoya şer derketiye û derbazî pêvajoya aramiyê bûye.”
Mihemed Şiya Sûdanî angaşt ku wan zora DAIŞê biriye û DAIŞ êdî li Iraqê ne gefek e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin