Sûdanî ji medya Erebî re axivî: Em hemû behaneyên welatên cîran ên êrîsên nav Iraqê red dikin!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, li ser êrîşên welatên cîran ên wekî Îran û Tirkiyê di nav axa Iraqê de axivî û got, ew her cûre behaneyên êrîşên welatên cîran ên ji bo êrîşkirinê red dikin.
Sûdanî ji televizyona “Al- Arabiya” re axivî û li ser pirsê diyar kir: “Iraq ji ber çend sedeman rastî êrîşa welatên cîran hatiye, lê sedem çi dibe bila bibe, em red dikin. Ji ber ku bicihkirina yasayan li nav xaka Iraqê, li gor destûr, yasa û nerîtên navdewletî, erk û desthilata hikûmeta Iraqê ye, ji ber wê jî, ti welatek nikare bi yekalî tevbigere.”
Sûdanî di dewamê de li ser êrîşa moşekî ya Supaya Pasdarên Îranê bi ser Hewlêrê de ku 5 sivîl hatibûn kuştin destnîşan kir:
“Me ji Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Îranê re got, pêwendiyên Iraq û Îranê dîrokî ne, lê ev yek rê nade wê ku êrîş bike. Eger metirsî yan jî gumanên ewlehiyê hebin, bi rêya saziyên fermî dikare werin çareserkirin, ji ber ku komîteyeke me ya hevbeş a ewlehiyê heye û pirsgirêk bi rêya vê komîteyê wê bên çareserkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin