Sûdanî, li ser Îranê axivî: Em dixwazin bi dîplomasiyê çareser bikin

26 September 2023 15:30 0 dîtin
Sûdanî, li ser Îranê axivî: Em dixwazin bi dîplomasiyê çareser bikin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî diyar kir ku ew rê nadin ku axa Iraqê li dijî welatên din bibe cihê êrîşan û got ku komên li dijî rejîma Îranê, kampên xwe vala kirine.

Mihemed Şîa El-Sudanî, di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya The Nationalê re geşedanên li herêmê nirxand û li ser pirsa rewşa komên li dijî rejîma Îranê ya li Iraqê got ku

"Em qebûl nakin ku axa Iraqê bibe cihê êrîşa li dijî welatên din. Ev berpirsyariya me ya destûrî ye. Me kampên Kurdên Îranê yên muxalif vala kirin. Hêzên Îraqî çavdêrîya sînorê Kurdistana Iraqê dikin."

Sûdanî diyar kir ku hikûmeta Iraqê pirsgirêkên xwe yên bi cîranên xwe re bi dîplomasiyê çareser dike û got, "Em şîdet û gefên tundiyê red dikin. Hêza me heye ku em bersivê bidin, lê em dîplomasiyê tercîh dikin."