Sudani: “Têkiliya guherînên li Sûriyê, bi Iraqê re nîne”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani ragihand ku dibêjin pêşdeçûnên li Sûriyê yên guherînên siyasî, tekiliya wan bi niqaşên siyasî yên li Iraqê re hene lê ev ne raste û ji bo niqaşan girtiye. Sûdanî, li ser mijarên di rojevê de ne, ji bo ajansa fermî ya INAyê ya Iraqê daxwuyaniyan da.
Sudani got ku li ser şer û pevçûnên li Sûriyê, ji serî de Iraq bêterefiya xwe parastiye û Iraq qebûl kiriye ku xelkê Sûriyê çarenûsa xwe bi xwe destnîşan bike. Sûdani got:
“Kes hebûn ku digotin pêşdeçûnên li Sûriyê yên guherînên siyasî, tekiliya wan bi niqaşên siyasî yên li Iraqê re hene lê ev ne raste û ji bo niqaşan girtiye. Iraq xwediyê garantiya ku ‘hêza aştiyê transfer bike’ û xwediyê sîstema piraniyê ye.
Ti terefekî ji derve, ne xwediyê mafe ku guherînan di aborî, ewlehiyê û bi zorê reforman bi Iraqê bide kirin, nîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin