Sûriye: Bi HSDê re lihevkirin çêbû
PeyamaKurd – Di daxuyaniya Serokatiya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hat gotin, "Ji bo beşdarbûna saziyên dewletê yên HSDê lihevkirinek çêbû."
Di encama hevdîtinên ku tê de rêveberiya Sûriyeyê Ehmed Şara û HSDê jî Mazlûm Ebdî temsîl dikir de lihevkirinek pêk hat.
Di peymana navborî de, alî; lihevkirineke berfireh ku nûnertiya siyasî, statûya civaka kurd, agirbest û entegrasyona leşkerî vedihewand, pêk anîn.
HSDê ku bi Şamê re li hev kir, wê beşdarî saziyên dewletê bibe. Ev nûçe ji aliyê Serokatiya Sûriyê ve hat ragihandin.
Peyman ji 8 xalan pêk tê
Li gorî rêkeftinê, şer li seranserê Sûriyê wê raweste û HSD wê bibe beşek ji dezgehên parastina dewleta Sûriyê.
Xalên peymanê wiha ne:
1- Mafê hemû Sûriyeyiyan ku di pêvajoya siyasî de bên temsîlkirin û di saziyên dewletê de beşdar bibin, wê li ser esasê merîfet bê garantîkirin, bêyî ku ji koka wan a olî û etnîkî be.
2- Civaka Kurd weke hêmaneke bingehîn a dewleta Sûriyeyê bê qebûlkirin û mafê welatîbûnê û destûrî bê garantîkirin.
3- Agirbest li seranserî xaka Sûriyê pêk were.
4- Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) di çarçoveya rêveberiya dewleta Sûriyeyê de bên yekkirin; Deriyên sînor, balafirgeh û qadên neft û gazê wê bikevin bin kontrola dewletê.
5-Vegera hemû penaberên Sûriyê bo bajar û gundên xwe wê bê garantîkirin û parastina wan jî ji aliyê dewleta Sûriyê ve bê kirin.
6- Di şerê li dijî bermahiyên rejîma Esed û pêkhateyên ku ewlekarî û yekitiya welat tehdîd dikin, wê piştgiriya dewleta Sûriyê bê kirin.
7- Bangên dubendiyê, gotinên nefretê û hewldana gurkirina dubendiyê di nava civakê de wê bên redkirin.
8- Komîteyên cîbicîkirinê wê kar bikin da ku heta dawiya salê rêkeftin bi temamî were cîbicîkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin