Sûriye | Hejmara miriyên kestiya koçberan gihîst 94 kesan, Kurd jî hene

25 September 2022 10:02 0 dîtin
Sûriye | Hejmara miriyên kestiya koçberan gihîst 94 kesan, Kurd jî hene

PeyamaKurd – Hejmara qurbaniyên keştiya koçberên Sûriyê ku doh li peravên Sûriyê noq bûbû her diçe zêde dibe.

Li gorî ragihandina televizyona dewletê ya Sûriyê, hejmara kesên mirine gihîştiye 94 kesan ku di wê keştiyê de li dor 120-150 kesan hebûn.

Di nav keştiya ku noqav bûye de, li gorî zanyariyan hejmarek kurd jî hebûn.

Hat zanîn ku di keştiya ku ji Lubnanê bi rê ketibû û li peravên Sûriyê binav bûbû de, 4 kesên can dane malbateke Efrînî bûn ku bavek û 3 zarokên wî can dane û cenazeyê bav û keça wî li goristaneke bajarê Terablusê hatine veşartin.