Sûriye: Pistî Îsraîl li Helebê xist balafirgeh nema xizmetê dike

06 September 2022 23:48 0 dîtin
Sûriye: Pistî Îsraîl li Helebê xist balafirgeh nema xizmetê dike

PeyamaKurd – Rejîma Beşer Esed ragihand ku Îsraîlê îro siet di 20.16 an de li balafirgeha Helebê xistiye û ji ber wê jî balafirgeh nema dikare xizmetê bide. Ragihandin ji aliyê ajansa fermî ya Sûriyê ji aliyê SANA yê de hat dayîn. Di xeberê de hat gotin ku dengê teqînê hatiye, pîsta ku balafir jê radibe û xwe datînê zerarê diye.

Rejîma Sûriyê di 31 ê tebaxê de ragihandibû ku Îsraîl bi êrîşên hewayî li der û dora balafirgeha Helebê xistiye û xesar çêbûye. Li dora balafirgehê baregehên grûbên ku Îranî destekê dide wan hene lewra Îsraîlê li wan xistibû.