Sûriye-Rojava | Çavusoglu: Hê me bi Amerîkayê re li hev nekiriye
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku ew bi Amerîkayê re li ser pirsa Sûriyê negihiştine rêkeftineke tam û got, 'Lê danûstandinên me berdewam in û li gor berê em nêziktirî hevdu bûne.'
Çavuşoglu wiha axivî: “Li ser vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyeyê û avakirina herêma ewle, em bi Amerîkayê re danûstandinan dikin. Em nikarin bibêjin em li ser her mijarê lihev dikin. Lê piştî danûstandin û gotûbêjan nêzikbûnek di navbera me û Amerîkayê de çêbû. Di civîna pêşiya me de emê nêziktirî hev bibin. Heta niha me lihevkirinek tam nekiriye lê gotûbêjên me pêşvetir diçin.”
Herwiha Çavuşoglu da zanîn, dê Serokê Amerîkayê Donald Trump serdana Tirkiyê bike, lê dema wê ne diyar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin