Talîban: Divê Tirkiye û welatên NATOyê hêzên xwe ji Efxanistanê vekisînin

11 June 2021 11:30 0 dîtin
Talîban: Divê Tirkiye û welatên NATOyê hêzên xwe ji Efxanistanê vekisînin

PeyamaKurd Tevgera Talîban dibêje, divê Tirkiye û welatên NATOyê hêzên xwe ji Efxanistanê vekişînin.

Berdevkê Tevgera Talîbanê Suhêl Şahîn diyar kir; li gor rêkeftina ku tevgerê li Dohayê ligel Amerîkayê îmze kiriye, divê artêşa NATOyê ji Efxanistanê vekişe.

Suhêl Şahîn daye zanîn; ji ber ku Tirkiye beşek e ji NATOyê, divê ew jî artêşa xwe vekişîne.

Tevgera Talîban a Îslamî ya Efxanistanê, ku piştî rûxana îmarata wan ji aliyê Amerîkayê ve, ji sala 2001ê ve li dijî Amerîkayê şer dike. Di 29ê Sibata 2020an de, ligel Amerîkayê li hev kirin û biryar hat dayîn ku Amerîka artêşa xwe ya li Efxanistanê vekişîne.

Li gor rêkeftinê, diviyabû meha Gulana îsal Amerîka vekişe, lê belê îdareya Joe Biden ev biryar paş xist heta meha Îlona bê.