Tarîfe Ezîz û Beyan Samî Ebdulrehman dest bi karê xwe yê nû kirin

17 July 2023 20:37 0 dîtin
Tarîfe Ezîz û Beyan Samî Ebdulrehman dest bi karê xwe yê nû kirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Tarîfe Ezîz weke Nûnera nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê destnîşan kir û nûnera berê ya Washingtonê Beyan Samî Ebdulrehman jî weke Şêwirmenda Bilind a Serokwezîr bo Karûbarên Derve û Guherîna Keşhewayê li Ofîsa Serokwezîr a li Hewlêrê erkdar kir.

Piştî biryarê Serokê Peymangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku Tarîfe Ezîz û Beyan Samî Ebdulrehman dest bi karê xwe yê nû kirin.

Dizeyî li ser hesabê xwe yê Twitterê got ku pîrozîyê li Beyan Samî Ebdulrehman dikim ku bûye nûner û xebatkareke bêhempa ji bo pêwendiyên Kurdistan û Amerîkayê û di karê wê yê nû yê Ofîsa Serokwezîr de serkeftinê jê re dixwazim.

Herwiha Dizeyî ji bo destnîşankirina nûnertiya Washington a Kurdistanê pîrozbahî Tarîfe Ezîz kir û serkeftin jê re xwest.

Tarîfe Ezîz herî dawî Şêwirmenda Payebilind a Serokwezîr bû û berê jî zêdetirî 25 salan li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di erkên cuda de di sektorên giştî û taybet de kar kiriye. Di salên 1990î de jî Nûnera Partiya Demokrat a Kurdistanê li Washingtonê bû.

Nûnera berê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Beyan Samî Ebdulrehman jî piştî 8 salên serketî li Washingtonê vegeriya Herêma Kurdistanê û dê weke Şêwirmenda Bilind a Serokwezîr bo Karûbarên Derve û Guherîna Keşhewayê li Ofîsa Serokwezîr li Hewlêrê kar bike. Ebdulrehman berê jî 10 salan Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê kiriye û demeke dirêj jî karê rojnamegeriyê kiriye.