Tayip Erdogan bi serokwezîra Danîmarkayê bi Frederiksen re hevdîtin kir

07 November 2024 21:06 0 dîtin
Tayip Erdogan bi serokwezîra Danîmarkayê bi Frederiksen re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li Budapeşte bi serokwezîra Danimarkayê bi Mette Frederiksen re civiya.

Di hevdîtinê de, her dû lîder li ser têkiliyên her dû welatan, li ser pirsgirêkên herêmî û dinyayê axifîn. Erdoğan ragihand ku di seha bazirganiyê de dixebitin da bi Danîmarka re bazirganiya her dû welatan zêdetir bikin.

Erdoğan ragihand ku Tirkiye dixwaze bi Yekîtiya Ewrûpa re riha tevlîbûna YEyê vejîne, yekîtiya gumrikê xwurt bike û ji bo bicîhanîna van xalan, ji welatên endam gav bavên avêtin û dê van xalan qewetê bide YEyê.

Erdoğan, her weha xwest ku welatên endam zorê bidin ser Îsraîlê da barê Fîlîstînê yê li Xezzayê û Lubnanê sivik bibe, şer raweste û agirbes bibe.