Taywanê bi miqdarê 568 milyon lîrayî bi Tirkiyê û Sûriyê re alîkariyê dike
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Taywanê bi miqdarê 568 milyonî alîkarî civand da bide Tirkiyê û Sûriyê. Alîkarî bi sedema erdheja li bajarê Maraşê û 10 bajarên dinê çêbû dane hev. Taywan li wezareta karên derve ya xwe ji bo alîkariya erdheja li Tirkiyê û Sûriyê civînekî lidarxist.
Dema li Taywanê di sala 1999an de erdhej çêbû bû Tîma AKUT ê ya Tirkiyê digabû hawara wan û Taywan dibêje niha dora wê hatiye ku bi Tirkiyê re alîkariyê bike. Wezîrê karên derve yê Taywanê Joseph Wu piştî civînê ji bo çapemeniyê weha got:
“Me çawa bihîst ku felaketa erdhejê li Tirkiyê çêbûye, me tîmeka ji 130 kesan ya lêgerîn û rizgarkirinê bi kûçikên perwerdekirî re şand Tirkiyê. Di dewama wê de me got ku em ê 2 milyon dolar alîkariyê bikin. Serokê Taywanê Tsai Ing-wen û cîgirê wî Lai Ching de Taipei seredana baregeha bazirganiyê ya Tirkiyê kir û bûn hevparê êşa wan.”
Li ser mijarê nûnerê bazirganiyê yê ofîsa Taipei yê Tirkiyê Muhammed Berdibek jî weha got:
"Taywan, ji roja erdhejê heya niha bi me re ye. Bang li me kirin da em herin civînê. Behsa 30 milyon dolarî kirin. Wê 6 milyonî raste rast bidin AFADê. Perê mayî wê di rêya rêxistina sîvîl de birêve bibin û xerc bikin. Ji bilî van ji xwe me ji 400 tanan zêdetir alîkariya wan sitendibû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin