Tekfen Construction li Erebistana Siûdî îhaleya bi qasî 235 milyon dolarî qezenc kir

09 August 2024 11:01 0 dîtin
Tekfen Construction li Erebistana Siûdî îhaleya bi qasî 235 milyon dolarî qezenc kir

PeyamaKurd – Tekfen Construction ku şirîkatiya Tekfen Holdingê ye, li Erebistana Siûdî îhaleya bi mezinahiya projeya xwe ya bi qasî 235 milyon dolarî qezenc kir.

Di daxuyaniya ku doh bi şev ji aliyê Tekfen Holdingê ve ji KAPê re hat dayîn de, hat diyarkirin ku Tekfen Construction ji Şîrketa Madenê ya Erebistana Siûdî (Maaden) teblîxata ku li Erebîstana Siûdî îhaleya înşakirina giştî ya projeya Fosfat 3 Qonaxa 1ê bi dest xistiye wergirtiye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku maliyeta projeyê bi qasî 235 milyon dolar e û tê xwestin ku proje di 24 mehan de biqede.