Teleskopa Webb ji bo çavdêriyê 1 milyon mîl dûrî erda dinyayê bicih bû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Teleskopa herî mezin û herî bihêz ya cîhanê ji aliyê NASAyê ve mehek berê bo esman hatibû şandin, gihîştiye posta xwe ya çavdêrîyê ku yek mîlyon mîl dûrî erdê ye.
Teleskopa Valahîyê ya James Webb bod ema pence deqeyan ji cîhê xwe derket û li dora rokê di xêzeke nîşankirî de gerîya, ajansa NASA jî serketina vê operasyonê di vê qonaxê de piştrast kir.
Teleskopa James Webb berî mehekê hatibû şandin ber bi valahîya esmên da ku agahîyên nû ji wir kom bike.
Lê heta ku ev teleskop bikaribe di meha Hezîranê de dest bi karê xwe yê çavdêrîya gerdûnê bike, divê hemû neynikên li ser çavdêrîyê bi awayekî rastîn werin danîn û amûrên din yên zanistî jî werin rast kirin.
Hêjayî gotinê ye ku avakirina çavdêrîyê bi 10 mîlyar dolar hate qedandin.
Berpirsên kontrolkirina vê geşta esmanî li bajarê Baltimore yê eyaleta Maryland ya Amerîkî kêfxweşîya xwe bi vê serfirazîyê anî ziman.
Li gorî nûçeya VOAyê Rêvebirê NASAyê Bill Nelson gotiye: “Em gaveke din nêzîkî razên gerdûnê dibin, li hêvîya ku em havînê dîtinên pêşî yên teleskopa James Webb bibînin.”
Ji bilî çêkirina çavdêrîyên balkêş, ew ê Webb herwiha atmosfera cîhanên bîyanî ji nêzîkahî ve bişopîne da ku nîşanên pêkan yê jîyanê derxîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin