Termê ciwanê Kurd ê li sînorê Yunanistan-Tirkiyê ji sermayê can dabû hat dîtin

08 February 2021 20:49 0 dîtin
Termê ciwanê Kurd ê li sînorê Yunanistan-Tirkiyê ji sermayê can dabû hat dîtin

PeyamaKurd - Termê ciwanekî koçber ê kurd ê xelkê Kerkûkê ku xwestibû bi rêya Tirkiyê derbasî Yunanistanê bibe hat dîtin.

Hat ragihandin ku îro 8ê Sibatê termê ciwanekî kurd ê xelkê Kerkûkê yê bi navê Mihemed Ehmed ku xwestiye bi rêya Tirkiyê derbasî Yunanîstanê  bibe hatiye dîtin ku ji ber sermayê qufilîbû.

Ji beşa Amaran a Dezgeha Lûtkeya Karûbarên Koçber û Penaberan Hêver Celal ji BasNewsê gotiye: “Li gel kesûkarên wî emê bi kontrolên wî ciwanî ve mijûl bibin û hewla vegerandina termê wî bo Herêma Kurdistanê bidin.”

Herwiha Hêver Celal diyar kiriye ku li gor termê wî bi tenê hatiye dîtin, diyare qaçaxçî ew bicih hiştiye.

Hêver Celal daye zanîn: “Ji destpêka îsal ve yekem rewşa jiyana xwe ji dest dana koçberan a ji ber sermayê hatiye tomar kirin.”