Tetbîqata nukleerî ya Rûsyayê: Mosekên balîstîk û krûzê hatin avêtin!
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku wan dest bi tetbîqata nû ya bikaranîna çekên nukleerî li wî welatî kiriye.
Li gorî daxuyaniya Koşka Kremlînê, Pûtîn ku bi rayedarên leşkerî yên Rûsyayê re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku wan dîsa li Rûsyayê dest bi tetbîqata bikaranîna çekên nukleerî kirine û got, "Îro em tetbîqata astengkirina stratejîk dikin. Karên rayedaran ên derbarê bikaranîna çekên nukleerî yên bi avêtina moşekên balîstîk û krûzê de dîsa bên kontrolkirin."
Pûtîn diyar kir ku ji bo ewlekariya dewletê bikaranîna çekên nukleerî tedbîreke “îstîsnayî” ye û got:
“Lê dîsa jî sêyada nukleerî garantiya serwerî û ewlekariya welatê me didomîne, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di warê astengkirina stratejîk, faktorên objektîf ên îstiqrara cîhanî, wekheviya nukleerî û parastina hevsengiya di navbera hêzan de dibe alîkar. Alozî, tehdîd û metirsiyên nû yên derve, her tim tê bikaranîn. Girîng e ku hêzên stratejîk ên modern amade bin."
Pûtîn diyar kir ku ew ê hêza xwe ya nukleerî nû bikin bidomînin, Pûtîn da zanîn ku ji bo vê îmkanên wan hene û got, "Rêjeya biçekkirina artêşa Rûsyayê ya bi çekên modern îsal gihîşt ji sedî 94."
Pûtîn bal kişand ser girîngiya parastina Rûsyayê û welatiyên wê û got, "Em naxwazin careke din bikevin pêşbirka çekan, lê em ê hêza xwe ya nukleerî di asta pêwîst de bihêlin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin