TEV-DEM: ‘Êdî rejîma Sûrî bi artêsa Tirk, pêvajoya guhertina demografîk dide mesandin’
PeyamaKurd – Tevgera Civaka Demokratîk (TEVDEM) ku nûnertiya aliyê siyasî yê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê dike, ragihand ku ne tenê Tirkiye herwiha rejîma Sûriyê jî di nav hewla guhertina demografîk de ye ku “Hikumeta Şamê bi rêya veguhestina Qereçiyan ber bi bajarokê Til Eran û Til Hasilê ve, dixwaze guhertineke demografîk pêk bîne”.
TEV-DEMê ev rewş şermezar kir û hikumeta şamê bi meşandina heman rêbazêı Tirkiyê tawanbar kir.
Hikumeta Şamê bajarokê Til Eran û Til Hasil ku 125 hezar Kurd lê hene, kiriye navendên çavdêriya tendurstiyê ku TEVD-DEMê bi daxuyaniyekî bertek nîşanî vê da.
TEV-DEMê di daxuyaniya xwe de got: “Mirov dikare bibêje, êdî rejîm bi artêşa Tirk, pêvajoya guhertina demografîk dide meşandin.”
TEV-DEMê ev kirin şermezar kir, ku Hikumeta Şamê ji bo şêniyên Til Eran û Til Hasil bide koçberkirin, wan li hemberî êrîşên komên çekdar bê parastin hiştin û di encamê de gelek kes hatin kuştin û revandin.
Niha, kesên mane jî, bi bihaneya Coronayê, dixwazin demografiya herêmê biguherînin û li şûna wan Qereçiyan bi cih bikin.
TEV-DEM’ê diyar kir ku “tevî cihên Qereçiyên li bejahiyên li naverasta Sûriyê ne jî, hikumeta Şamê wan bi zanabûn aniye û di bin navê çavderiya tenduristî de, li navçeyên Kurdan bi cih kirine”.
TEV-DEM’ê hikumeta Şamê bi heman kirinên dewleta Tirk ên li Efrîn û Girê Spî û Serê Kaniyê tawanbar kir ku îroroj heman tiştî li Til Eran û Til Hasilê dubare dike û ew vê yekê qebûl nakin.
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEMê bang li rêxistinên civaka sivîl û yên NY kir ku “zextê li rejîma Sûrî bikin da navendên çavderiya tenduristiyê ji Til Eran û Til Hasilê rakin”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin