Tevgera Sedir: Tu lihevtêgihîstin û hevdîtineke me li gel Çarçoveya Hevahengiyê nebûye
PeyamaKurd – Tevgera Sedir daxuyaniyek belav kir û diyar kir, heya niha tu lihevtêgihîştin û hevdîtineke wan li gel Çarçoveya Hevahengiyê nebûye.
Tevgera Sedir di daxuyaniya xwe ya roja Pêncşemê 28ê Nîsana 2022an belav kir de da zanîn, ji dema ku Muqteda Sedir rêberê wê tevgerê derfeta pêkanîna hikûmetê daye Çarçoveya Hevahengiyê, ne lihevtêgihîştinke çêbûye û ne hevdîtineke wan li gel Çarçoveya Hevahengiyê hebûye.
Tevgera Sedir eşkere kir, em ji hinek saziyên medyayê hin daxuyaniyan li ser navê hin serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê dibînin ku qala vê yekê dikin roja 28ê Remezanê rêkeftin di navbera Tevgera Sedir û Çarçoveya Hevahengiyê de tê kirin, lê ew gotin nerast in.
Herwiha di daxuyaniya xwe de Tevgera Sedir dibêje, mebest ji wan gotinên nerast ev e ku hevpeymaniya sêalî ya Rizgarkirina Nîştimanî aloz bikin, lê em radigihînin ku Rizgarkirina Nîştiman hevpeymaniyeke bihêz e û bi wan gotinan sist nabe û em daxwaz ji wan dikin di paşerojê de wan gotinan êdî dubare nekin.
Herî dawî Tevgera Sedir careke din tekezî li ser pêkanîna hikûmeta piraniya nîştimanî kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin