Tevgera Sedir: Yên mosek avêtin ser Hewlêr û Enbarê ji bîr nebûne!
PeyamaKurd – Wezîr û Berdevkê, Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir, Salih Mihemed Iraqî îro 14ê Tebaxê roja Yekşemê li ser rewşa Iraqê û Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîe peyamek belav kir.
Iraqî got, hinek siyasetmedar ji xwepêşandanên niha yên alîgirên Sedir re dibêjin "ferzkirina îradeyê" û wan ji bîr kiriye ku piştî ragihandina Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî, “kê moşek avêtine Hewlêr û Enbarê.”
Salih Mihemed Iraqî ji bo Çarçoveya Hevahengiyê got: “Greva wan a piştî ragihandina encamên hilbijartinan di bîra me de ye ku Çarçoveya Hevahengiyê aliyê herî mezin ê têk çûbû ye.”
Wezîrê Sedir bal kişand ser avêtina moşekan bi ser Hewlêrê de, piştî ragihandina Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî ya ji aliyê PDK, Tevgera Sedir û Tevgera Îmtîdad a aliyên Sune (Siyade) pêk tê û wiha pê de çû: “We ji bîr kir ku piştî ragihandina Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî Hewlêr û Enbar hatin moşekbaran kirin? Zehmet e ku we tomarên dengî yên ku bûne bingeha rasteqîn a ferzkirina îradeya bi zor û gefan ji bîr kiribe.”
Iraqî diyar kir, “Alîgirên we ne pir in û hûn li dijî gelê xwe şer dikin û gendeliya we dê ti carî berdewam neke.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin