Texmîna OECD yê bo pêsdeçûna Tirkiyê çiye?

28 July 2018 10:38 0 dîtin
Texmîna OECD yê bo pêsdeçûna Tirkiyê çiye?

PeyamaKurd- Rêxistina Geşepêdan û Hevkariya Aboriyê (OECD), di rapora xwe ya anketan ya 2018an de ragihand ku li Tirkiyê di nava neliheviyan de geşepêdanên wê xurte û di şertên jiyanê de başbûn heye.

OECD ragihand ku li Tirkiyê geşepêdana îsal %5,1 e û sala bê, tê texmînkirin ku dê ev rêje li dora 4,8 be. Di raporê de tê gotin ku di 2 salên borî de li hemberê stokên derve geşepêdan kiriye û îstîhdama di derveyê zîraetê de ya piştî 2010an, di herêmên pêşkeftî de xwe daye hev û bipêş ketiye.

Di sala 2018an de enflasyon dê %12 be û sala bê jî wê li dora %10,6 be. Di raporê de tê gotin ku wê nisbeta ferqa carî bo hasilaya navwelat ya ne safî %5,7 be û sala bê dê ev %4,3 be.

Di raporê de dibêje siyasetên makroekonomîk yên piştî derbeya 15 ê tebaxa 2016an û vir de, bi firehî çêbûye, nûjenkirina bazara kar bo mêzêna aboriyê û bo başkirina yekîtiya civakî çareye û şîrketên navçe yên serkeftî bilind bûne.

Di raporê de tê gotin ku behsa enflasyon û rêpaniyên enflasyonê ji hedefa xwe derbasbûne, piştî banka navendî di siyaseta pera de xwe sade kiriye û xwe daye hev, zordariya di derbarê dowîzan de hindik be jî aram bûye.