The Times: Kurê Qadafî plan dike ku tevlî hilbijartina serokkomariya Lîbyayê bibe

12 June 2021 01:23 0 dîtin
The Times: Kurê Qadafî plan dike ku tevlî hilbijartina serokkomariya Lîbyayê bibe

PeyamaKurd – Rojnama Brîtanî The Times ragihand ku kurê Muammer Qadafî, Seyfulislam Qadafî plan dike ku tevlî hilbijartinên serokkomariya Lîbyayê bibe. Seyfulislam 10 sal berê li Çola Lîbyayê hatibû girtin û heya niha li ber raya giştî nexwuyabû.

Seyfulislam di vê pêvajoyê de li Brîtanya perwerda xwe dikir û bi dîplomatên Rojava re têkiliyan datanî. Lê hêjî ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Navdewletî de weka sûcdarê şer lê digerin. Wê nûnerên wî di nêz de di babeta namzediya wî de agahiyan bidin.

Li gor ragihandina rojnamê; di hilbijartina 24.12.2021 de dixwaze tevlî hilbijartinê bibe lê dibe li Lîbyayê muxalifên wî xalekî bo hilbijartinê deynin û nehêlin bibe namzed. Heya qanûna hilbijartinê dernê, wê namzediya xwe ranegihîne. Seyfulislam weka dewama bavê xwe Muammer Qaddafî tê qebûlkirin.

Seyfulislam di sala 2011an de hatibû girtin, di sala 2015 an de bi cezayê îdamê hatibû hukimkirin lê piştî 2 salan serbest hatibû berdan.

Li gor nûçeyê Rûsya destekê dide namzediya Seyfulislamî.