Tîma Dalkurdê li hemberî Halmstadsê biserket
PeyamaKurd- Tîma futbola ya Kurd li Swêdê Dalkurd duh bi encama 1-0 ji tîma Halmstadsê bir û xal wergirt.
Tîma Dalkurdê di rikaberiya lîga pileya duyem Superettana Swêdê de ev çar heftene bi serdikeve. Dalkurd di hefteya 12emîn de tîma Halmstadsê a swedî kir mêvan.
Dalkurd di xuleka 90+2 golek tomar kir û yarî bi encama 1-0 bi serketina wê bidawî bû.
Piştî vê encamê tîma Dalkurdê bi 17 xulan derket rêza 6emîn. Heta niha Dalkurd 5 caran bi serketiye û 2 caran wekhev maye û 5 caran jî tîmên din ji wê birine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin