Tîma mezin a Çînê, li 3 bajarên bakur xebatan dimesîne
PeyamaKurd- Di çarçoveya alîkariyên navneteweyî yên ji bo rizgarkirina kesên bin kavilên erdheja Mereşê de tîmeke mezin a Çînê, li 3 bajarên bakur xebatên xwe yên rizgariyê berdewam dike.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, tîmeke pispor a Çînê ku ji 290 kesan pêk tê li Semsûr, Mereş û Meletiyê ku bajarên herî zêde bandorên wêrankir lê çêbûne, xebatên xwe bê navber berdewam dikin.
Hat zanîn ku Çîn, yek ji wan welatan bû ku piştî ragihandina alarma asta çarem ku alîkariyên navneteweyî ji bo devera erdhejê jî di nav de bû, tîmeke lêgerîn û rizgarkirinê şandibû herêmê.
Her wiha hat diyarkirin ku tîmên li Semsûrê, ji bo rakirina xirbeyan bi amûrên taybet dixebitin.
Serokê tîmê Wang Yi got ku Tirkiye di erdheja ku di sala 2008an de li Çînê pêk hat de li cem wan bû û ew jî niha ber bi herêma erdhejê ya li Tirkiyeyê ve diçin û got,
"Piştî ku me ferq kir li Tirkiyeyê erdheja duyemîn çêbû, me biryar da ku em werin vê derê. Me bi lez koordîne kir. Bi tevahî 290 kes li Tirkiyeyê ne. Em bi alav û amûrên xwe ve hatin. Tîmên me bi hemû hêza xwe amade ne. Em ji bo Tirkiyeyê, sersaxiyê dixwazin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin