Tirkiye bangî balyozê Fransayê yê Ankara kir
PeyamaKurd – Piştî êrîşa Parîsê ku tê de 3 Kurd hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn, wezareta karên derve ya Tirkiyê bangî balyozê Fransayê yê Ankara Herve Magro kir û di hevdîtinê de behsa ‘meşandina propogandayê ya li dijî Tirkiyê’ hat kirin. Li gor ragihandina kanalên dîplomatîk; sedema bangî Magro kirine wezaretê ew e ku Tirkiye li hemberê propagandeyê aciziya xwe diyar kiriye û bendeyên Tirkiyê yên li hemberê rêxistinên şiddetê jê re ragihandiye. Li gor çavkaniyê; Tirkiye ji Herve Magro re gotine:
“Bertekên Tirkiyê hatin ragihandin. Der û dorên PKK ê li dijî Tirkiyê propogandeyên reş dimeşînin, hukumeta Fransayê û hinek siyasetmedaran dikin alet û Tirkiyê van aciziyên xwe ji balyoz re gotiye.”
Mijara Tirkiyê ew e ku piştî bûyerê tê gotin ku di êrîşa êrîşkerê Fransiz de tiliya Tirkiyê heye û di pey de jî tevgerên hatin kirin ji xwe bi kontrola Tirkiyê bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin