Tirkiye: “Benzîna jetên Îsraîlê ji Tirkiyê naçe”
PeyamaKurd – Serokatiya danûsitendinê, beşa navenda têkoşîna bi dezenformasyonê re (DMM) ya Tirkiyê, li ser gotina ku dibêjin ‘benzîna balafirên şer yên Îsraîlê ji Tirkiyê diçe’ got ku tiştekî weha tine. Di rêjeyên EPDK de jî weka tê dîtin, têkliya firotina benzînê bi balafirên şer yên Îsraîlê re qet tine. DMM di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:
“Benzîna ku didin Îsraîlê ji bo balafirên sîvîl yên ku ji Tirkiyê rêwiyan dibin û tînin. Di ser medya civakî de dibêjin benzîna balafirên şer yên Îsraîlê ji Tirkiyê diçe, rast nîne. Di rêjeyên EPDKê de jî tê dîtin ku firotina benzînê ti têkiliya wê bi balafirên şer yên Îsraîlê re tine.
Benzîna ku behsa wê têkirin, ne ya ku dişînin Îsraîlê ye. Bi temamî ya li ser axa Tirkiyê, li balafirgehan banzîna ku didin balafirên Îsraîlê yên rêwiyane. Balafirên ku benzînê dikirin bi temamî yên rêwiyane. Bawerî bi van gotinan neynin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin