Tirkiye | Di rojeva civîna MGKê de PKK û operasyona Singalê heye
PeyamaKurd – Lijneya Ewlekariya Tirkiyê (MGK) îro 28ê Çile yekem civîna sala 2021ê bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li dar dixe.
Li gorî ragihandina medya tirk wê mijara operasyoneke dijî Şingalê jî di rojeva MGKê de be ku beriya niha Wezîrê Berevaniya Tirkiyê serdana Bexdayê kiribû û li ser mijara PKKê hevkariya hikûmeta Iraqê xwestibû.
Tê çaverêkirin di civînê de, gavên dijî PKKê li Iraqê û Herêma Kurdistanê bêne avêtin werin axaftin û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar û Sererkanê Artêşê Yaşar Guler jî zanyariyan bidin lijneya ewlekariyê.
Herwiha hatiye ragihandin ku di civînê de, wê mijarên li ser rewşa Qerebax, Sûriye û Libyayê bi berfirehî werin gotûbêjkirin.
Hat zanîn ku yek ji mijara din a civîna MGKê jê hevdîtinên ji bo çareserkirina krîza Rojhilatê Derya Spî bi Yûnanistanê re hatine destpêkirin e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin