Tirkiye di sala 2023an de ji 10,240 milyar dolarî zêdetir peymanên sanayiya bergiriyê îmze kir
PeyamaKurd – Serokê sanayiya bergiriyê ya serokkomariya Tirkiyê Haluk Görgün ragihand ku Tirkiye di sanayiya bergiriyê de, di sala 2023an de, ji 10,240 milyar dolarî zêdetir peymanan îmze kiriye.
Haluk Görgün di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got
“Em bi peymanên ji hev girîngtir dikevin dewra sanayiya bergiriyê. Em bi pêngavên baş ber bi hedefa xwe ve diçin. Me duhî encama îxracata xwe ya sala 2023an ya alavên bergiriyê ragihand. Em bi îmzakirina peymanan yên sala 2023an asta xwe bilindtir dikin.
Peymanên hatine îmzakirin, di nav wan de firotina dronan, helikopter, alavên bejayiyê, alavên deryayê, sîlih û muhîmmat, sîstemên fuzeyan, sîstemên elektronîk û sîstemên radarê hene ku miqdarê peymanan ji 10,240 milyar dolarî derbas dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin