Tirkiye dixebite da veberhênerên Amerîkayê bîne Tirkiyê

18 April 2024 00:25 0 dîtin
Tirkiye dixebite da veberhênerên Amerîkayê bîne Tirkiyê

PeyamaKurd – Wezîrê Xezînê û Darayî (aboriyê) yê Tirkiyê Mehmet Şimşek ji bo tevlî civînên li Amerîkayê bibe çû Amerîkayê. Mehmet Şimşek li Amerîkayê berya her tiştî tevlî civîna IMF-Banka Dinyayê an ku civînên wan yên werza baharê dibe. Paşî tevlî civîna wezîrên darayî yên G20an û serokên Bankayên Navendî dibe.

Mehmet Şimşek li Amerîkayê ji bo veberhêneran behsa bernama aboriyê ya Tirkiyê jî kir. Mehmet Şimşek got:

“Me her seet bi veberhêneran re civînan kir. Aboriya Tirkiyê heya bixwazî mezine. Bernama aboriyê çiqas encam bide, wê baweriya veberhêneran jî zêde bibe. Veberhêner her weha pirsa hedefên Banka Navendî yên di derbarê enflasyonê de jî kirin.”