TIRKIYE | Hejmara kesên tûsbûyî nêzîkî Çîn û Iranê dibe

17 April 2020 13:01 0 dîtin
TIRKIYE | Hejmara kesên tûsbûyî nêzîkî Çîn û Iranê dibe

PeyamaKurd-  Malpera “Worldometers” ragihand ku li dinyayê 146 hezar kesî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên bi koronayê ketine ji 2 milyon û 184 hezarî derbas bû. Hejmara kesên li Tirkiyê bi koronayê ketine nêzî hejmarên haletên tûşbûnê yên Çîn û Îranê dibe

Malpera înternetê ya bi navê “Worldometers” ku her roj daneyên dawîn yên li ser şewba koronayê ya li seranserê cîhanê diweşîne, daneyan dawîn eşkere kirin. Malperê ragihand ku li dinyayê 146 hezar û 897 kes ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û 2 milyon 184 hezar û 506 kes jî bi nexweşînê ketine.

553 hezar kes baş bûn

Li gorî malperê hejmara nexweşên baş bûne û çûne malên xwe jî wekî 553 hezar û 39 kes hat eşkerekirin.

Li 10 welatên herî zêde ku hejmara şewbê lê peyda bûye wiha ne:

Herî zêde li van welatan haletên tûşbûnê hene: Amerîka 678 hezar û 210, Îspanya 184 hezar û 948, Îtalya 168 hezar û 941, Fransa 165 hezar û 27, Almanya 137 hezar û 698, Brîtanya 103 hezar û 93, Çîn 82 hezar û 692, Îran 77 hezar û 995, Tirkiye 74 hezar û 193 û Belçîka 34 hezar û 809.

Tirkiye bi hejmara kesên tûşbûyî ango kesên bi nexweşînê ketine di nava welatên cîhanê di rêza 9emîn de cih digire. Tirkiye bi hejmara kesên enfekte bûne re nêzî hejmarên Çîn û Îranê bû.