Tirkiye | ‘Hilbijartina pêswext bê kirin deshilata heyî teqez winda dike’

27 November 2020 21:16 0 dîtin
Tirkiye | ‘Hilbijartina pêswext bê kirin deshilata heyî teqez winda dike’

PeyamaKurd – Li Tirkiyê her çiqas deshilatdariya AKP-MHPê hilbijartinên pêşwext red dike jî her roj rapirsîyên nû bo hilbijartinan têne kirin ku hîn 2 sal ji hilbijartinên giştî û seroktiyê re mane.

Xwedî û berpirsê kompaniya lêkolînên civakî MetroPoll Ozer Sencar li ser lêkolîn û rapirsînên dawî îdia kir ku heger hilbijartineke pêşwext li Tirkiyê bê kirin wê deshilatdariya niha ya AKP-MHPê teqez winda bike.

Sencar, li ser hesabê xwe yê Twitterê grafîk parve kirine û gotiye, “Di mercan de heger hilbijartina pêşwext bê kirin deshilatî teqez winda dike” û bal kişand ser grafîkên parve kirine.