Tirkiyê ji ber serdana Rojava ya Milley bangî balyozê Amerîkayê kir
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, bi sedema serdana Sererkanê Amerîkayê Mark Milley a du roj berê bo Rojavayê Kurdistanê, nerazîbûn nîşan da û bang li balyozê Amerîka yê Tirkiyeyê kir.
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, ji bo raveyekê li ser serdana Milley bike, bang li Balyozê Amerîka yê Enqereyê Jeffry L. Flake kir.
Mark Milley, 4ê Adarê serdana bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) kiribû û çûbû serdana baregeha Amerîkî ya li herêmê.
Milley piştî serdanê ji medya Amerîkî re ragihandibû ku erka artêşa Amerîka ya li Sûriye-Rojava hêjayî rîskê ye û ew têkoşîna dijî DAIŞê ligel hevpeymanên xwe berdewam dikin.
Berdevkê Sererkaniya Amerîkayê Dave Butler, li ser serdana General Milley ragihand ku di serdanê de agahî li ser misyona têkoşîna dijî DAIŞê hatine wergirtin û tedbîrên parastinê hatine şopandin. Butler herwiha diyar kiriye ku penaberên li kampa Holê û vegerandina wan bo welatên wan hatiye nirxandin.
Sererkanê Amerîka: Mayîna li Sûriye û Rojava hêjayî rîskê ye!

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin