Tirkiye, ji bo di hilbijartinê de çavdêriyê bike Konseya Awrûpayê bi fermî dawet kir

12 March 2024 23:00 0 dîtin
Tirkiye, ji bo di hilbijartinê de çavdêriyê bike Konseya Awrûpayê bi fermî dawet kir

PeyamaKurd – Konseya Ewrûpayê ji bo di hilbijartinên 31ê Aadarê de çavdêriyê bike wê çavdêran bişîne Tirkiye. Dawet ji aliyê Tirkiyê de hat kirin. Di nava bajarên ku Konsey li wan çavdêriyê bike, Îstenbol, Ankara û Diyarbekir hene ku bi temamî 11 bajarin.

Tirkiye bi awayeka fermî ji bo çavdêriya hilbijartinan bike ji Konseya Ewrûpa re  bi fermî dawetiye şand. Heyeta Kongra Rêvebiriyên Herêmî ya Konseya Ewrûpayê wê di 29ê Adarê-1 ê Nîsanê de bi fermî li Tirkiyê be.

Li gor ragihandina DW ya Tirkî; wê di heyetê de ji 16 dewletên Ewrûpayê 20 rêvebirên cîh hebin. Di nav heyetê de wê pisporên hilbijartinê û heyetekî teknîkî ya ji 6 kesan hebe.

Komîsyona çavdêriyê di roja hilbijartinê de wê weke 12 tîm belaveyê bajarên Ankara, İstanbul, İzmir, Antalya, Adana, Mersin, Diyarbakır, Erzurum, Konya, Antep û Maraşê bibin û di roja hilbijartinê de seredana buroyên hilbijartinê bikin.