Tirkiye li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê 240 hezar xaniyan ava dike

27 June 2022 14:48 0 dîtin
Tirkiye li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê 240 hezar xaniyan ava dike

PeyamaKurd –Tirkiye di çarçoveya bicihkirina penaberên Sûrî û vegerandina wan de, li nav erda Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hewldan û xebatên xwe yên bo avakirina zêdetir xaniyan zêde kirine.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro 27ê Hezîranê ragihand: “Em dê li Sûriyê bi giştî 240 hezar xanî ava bikin û temam bikin. Dema ku ew razî bûn vegerin, ew ê di wan xaniyan de bijîn. Piştî demeke diyar ku di wan xaniyan de jiyiyan, dê ew xanî bibin ên wan.”

Soylu gotiye: “Xaniyên li Idlibê dê di dawiya vê salê de bên qedandin. Em dê li Sûriyê bi giştî 240 hezar xanî ava bikin û temam bikin. Dema ku ew razî bûn vegerin, ew ê di wan xaniyan de bijîn. Piştî demekê diyar ku di wan xaniyan de jiyiyan, dê ew xanî bibin ên wan. Li wan deran em sîteyên pîşesaziyê jî ava dikin.”

Herwiha li ser mijara koçberên qaçaxî de jî wezîrê tirk diyar kiriye, “Di derbarê koçberên qaçax de hemû alarmên me dixebitin. Nerast e ku koçberên Sûriyê bi koçberên qaçax  re tevlîhev bikin. Em koçberên qaçax digirin û bi awayekî mirovî dişînin welatên wan. Ji serê salê vir ve me 126 hezar koçberên qaçax vegerandiye. Brîtanyayê nikaribû tenê koçberekî bişîne Rûandayê.”