Tirkiye têkiliyên xwe bi Çînê re pêsde dibe

12 October 2024 16:40 0 dîtin
Tirkiye têkiliyên xwe bi Çînê re pêsde dibe

PeyamaKurd – Cîgirê serokê AKPê Zafer Sırakaya, bi heyeta Çînê ya konferansa Şêwra Gel ya Siyasî ya Çînê (CPPCC) re civiya û li ser têkiliyên Tirkiyê û Çînê, di seha bazirganî û veberhênanê de hevdîtin kir.

Serokatiya heyeta Çînê, cîgirê serokê komîtê Zhi Gong dike û pêre serokê komîta navendê ya Partiya PKÇê Jiang heye.

Sırakaya, di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku di seredanê de têkiliyên navbera Çîn-Tirkiyê, mijarên bazirganî, veberhênan, pêşedeçûnên herêmî û navdewletî hene.

Di hevdîtinê de balyozê Çînê yê Ankara Liu Şaobin jî amade bû.