Tora Medyayî ya Asayîsê: Li Silêmanî û Enbarê 4 terorîst hatin girtin
PeyamaKurd – Tora Medyayî ya Asayişa Iraqê ragihand ku bi alîkariya Asayişa Herêma Kurdistanê 4 terorîst li Silêmanî û Enbarê hatine girtin.
Tora Medyayî ya Asayişa Iraqê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, di çarçoveya berdewamiya hemahengî û hevkariya di navbera rêxistina Dije-Teror û Rêveberiya Operasyonên Rêveberiya Polîsên Herêma Kurdistanê de, li Silêmaniyê 2 terorîst hatin girtin.
Hat ragihandin ku Rêveberiya Dijî Terorê ya ku operasyon û lêkolînên xwe didomîne, li parêzgeha Enbarê 6 teqemeniyên destçêkirî û 4 kemberên teqemeniyê hatin îmhakirin û 2 terorîst jî hatin girtin.
Herwiha hate gotin ku Rêxistina Dije Terorê li parêzgehên cuda yên Iraqê erkên xwe yên taybet didomîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin